Serhişkî!
Li hespê xewnan siwar dibe û diçe
Bêyî ku li paş xwe binêre!
Baş dizane ku ti sûdê ji çûna xwe wernagire
Lê diçe!
Dûrbûnê dibire
Rastî astengiyan tê
û di valahî û rewrewkan re
Derbas bibe.
Bi serhişkî
Bi hêz
û bê poşmanî diçe.
Diçe da ku asoyên dûr li giyanê xwe bialîne.
û hespê xewnan di sirûdeke nenivîsandî de rawestîne.
Husên M. Hebeş